Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senatorên Amerîkî Îro bo Dengdana Ser Endamtîyên Swêd û Fînlandîya Dicivin


Rêberê Piranîya li Civata Senatoran Chuck Schumer dîyar kir ku civat dê îro Çarşemê ser endamtîyên Swêd û Fînlandîya yên bo NATO dengdanê çêke.

Schumer da zanîn ku rûniştina bo dengdanê dê bi saeta herêmî di 13:30 de destpê bike.

Swêd û Fînlandîya piştî şerê Rûsya û Ukrayna serî li NATO dabûn ku bibin endamên tifaqê.

Ji 30 welatên NATO, bi tenê Tirkîye dijî endamtîyên Swêd û Fînlandîya sekinibû, lê piştre Enqere, Helsinki û Stockholm ser şertên xwe li hev kiribûn.

Bo dewletek bibe endama NATO divê 30 endamên tifaqê bi yekdengî wê bipejirînin ku bo Swêd û Fînlandîya qonaxa dengdanên li parlamanan didome.

XS
SM
MD
LG