Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Bang li Welatîyên Xwe yên li Kabulê Dike ku Neçin Firîngehê


Bayozxaneya Amerîka ya li Kabulê bi hişyarîyeke ewlekarîyê bang li welatîyên Amerîkî kir ku neçin Firîngeha Navneteweyî ya Hamid Karzai.

Bi hişyarîyê ji welatîyên Amerîka yên li her sê derîyên firîngehê hat xwestin ku demûdest ji wê herêmê derkevin.

Ew hişyarî di malpera balyozxaneyê de hat weşandin, lê ser sedema hişyarîyê ti hûrgilî nehat dayîn.

Serok Joe Biden û hin karbidestên Amerîkî piştî Talîbanê Kabul bi dest xwe xistibû di rojên borî de ser êrîşên Dewleta Îslamî (DAIŞ) fikarên xwe ragihandibûn.

Di hişyarîya balyozxaneyê de ji welatîyan hat xwestin ku di nav qelebalixê de hay ji dora xwe hebin.

XS
SM
MD
LG