Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Ser Kuştina Sîvîlên Gutaya Rojhilat, Rûsya bi Tundî Tawanbar Dike


Amerîka ser kuştina sîvîlên li Gutaya Rojhilat ya Sûrîyê, Rûsya bi tundî tawanbar kir.

Qesra Sipî dîyar kir ku Rûsya li gor biryara agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) tevnagere û bi navê têkoşîna dijî terorê sîvîlên bêguneh dikuje.

Qesra Sipî da zanîn ku firokên Rûsya ji Bingeha Humaymim radibin.

Serokomarê Rûsya Vladimir Putin bo derketina sîvîlên li Gutaya Rojhilat banga agirbesteke bi rojane 5 saet kiribû.

Wezareta Derve ya Amerîka ser banga agirbestê ya Putin gotibû ku ‘’wek henekan e’’

Ajansên çavdêrîyê radigihîn ku li Gutaya Rojhilat, ji 18’ê Sibatê vir ve 600 kes di êrîşên esmanî yên Rûsya û hêzên hikûmeta Sûrîyê de hatine kuştin.

Rûsya dîyar dike ku li hêrêma Gutaya Rojhilat êrîşên esmanî li dar naxîne.

XS
SM
MD
LG