Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dibe ku Mafê Hemwelatîbûnê ya bi Jidayikbûnê Çêdibe Betal Bike


Amerîka, ser bidawîkirina mafê hemwelatîbûnê ya bo kesên li Amerîka ji dayik dibin, bi awayekî cidî dfikire.

Serok Donald Trump li Qesira Sipî dîyar kir ku ew li ser mafê hemwelatîbûnê ya bi jidayîkbûnê çêdibe lêkolînê dikin.

‘’Tu dê sînor bi meş derbaz bikî, zarokê te dê li vir çêbe û her bijî, zarok bû hemwelatîyê Amerîka. Bi raastî ew tiştekî ecêb e’’ Trump got.

Trump par dabû zanîn ku dibe ku ew biryarnameyeke mafê hemwelatîbûnê ya bi jidayikbûnê pûç dike, îmza bike, lê pisporên hiqûqê dîyar dikin ku ew dijî hiqûqê ye.

Li gor hiqûqa Amerîkî kesên li Amerîka ji dayik dibin mafê hemwelatîbûnê bi dest dixin.

XS
SM
MD
LG