Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Alîkarîya Pandemîyê Dişîne Hîndistanê


Qesira Sipî ragihand ku Amerîka dê kelûpelên alîkarîyê yên bi qasî 100 mîlyon dolarî bişîne Hîndistanê.

Di nav kelûpelan de 1100 tupên oksîjenê, 15 mîlyon maskeyên N95, 1 mîlyon testên vîrusa korona û dermanên Remdesivir yên nexweşên vîrusa korona bikar tînin, hene.

Li gor daxuyanîya Qesira Sipî, Washington dê vaksînên vîrusa korona yên vê dawîyê ji AstraZeneca xwestibûn bişîne Hîndistanê.

Qesira Sipî di daxuyanîyê de bi bîr xist ku Hîndistanê jî di demên pêşî yên vîrusa korona de, ku nexweşxaneyên Amerîka bi dijwarîyan rûbirû mabû, alîkarî bo wan şandiye.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Hîndistanê heta niha 18,3 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 204,832 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG