Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pence: Amerîka Piştgirîya Xwepêşandarên Wêrek yên Îranê Dike


Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence di hevpeyvîneke taybet de ji Dengê Amerîka re dîyar kir ku ew jibo gelê Îranê siberojeke azad û demokratîk dixwazin.

Pence da zanîn ku ew hêvî dikin ku gelê Îranê vê daxwaza wan ya ser siberojeke fehm bike.

Cîgirê Serokê Amerîka bi bîr xist ku di sala 2009’an de jî gelê Îranê xwepêşandan li dar xistine û tevî ku çavên wan wê demê li piştgirîya Amerîka bûye jî rêvebirîya Obama bêdeng maye.

Pence got ku vê carê Amerîka bi awayekî eşkere piştgirîya gelê ku derketîye kolanan dike û piştgirîya wan hêvîya wî gelî xurttir dike.

Pence dîyar kir lu li Îranê rêjeya ciwanan û kesên xwendî bilind e û divê ew zanibin ku Amerîka û gelê wî piştgirîyê didin wan kesên wêrek ku hewil didin ku rejîma li dijî pêşdaçûnê têk bibin.

Mike Pence ji ser hesabê xwe yê Twitterê jî ragihand ku ''piştgirîya Amerîka ya bo gelê Îranê yê dijî zordestî û gendelîyê têkoşînê dike û azadîyê dixwaze, ji jor partîyan re ye''

Sekreterê Civata Bilind ya Ewlekarîya Neteweyî ya Îranê Alî Şamhanî dabû zanîn ku berpirsê bûyerên li Îranê diqewimin welatên bîyan in.

Şamhanî ji medyaya Lubnanê re dîyar kiribû ku ‘’peyamên bo bûyerên li Îranê’’ ji Amerîka, Brîtanya û Erebîstana Saudî tên.

XS
SM
MD
LG