Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girjîya Ser Peymana Navokî ya Amerîka û Îranê Didome


Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zarîf

Girjîya ser peymana navokî ya di navbera Amerîka û Îranê de didome.

Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zarîf, li New Yorkê da zanîn ku ger Amerîka ji peymanê vekişe, ewê Tehran bertekeke ‘’ne xweş’’ bide.

Zarîf di kanala dewletê ya Îranê de, Amerîka ser betalkirina peymana navokî hişyar kir. Wî dîyar kir ku ger Washington ji peymanê vekişe jî gelek alternatîfên Tehranê hene.

Rêvebirîya Tehranê dabû zanîn ku ger welatên din jî li gor peymanê tevbigerin ewê girêdayî peymanê bimînin, lê eger Amerîka ji peymanê vekişe, peyman pûç dibe.

Serokê Amerîka Donald Trump dîyar dike ku Îranê ji carekê zêdetir peyman binpê kiriye. Trump dixwaze ku bo Îranê şertên hîn giran werin xwestin û bang li welatên Ewrupa yên peyman îmza kirine dike ku peymanê jinûve binivîsin.

XS
SM
MD
LG