Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Tirkîye Toleyên Dijî Hevdu Radikin


Wezîrê Darayî yê Amerîka dîyar kir ku toleyên dijî wezîrên Tirk, ku jiber girtîbûna qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson ketibûn lîsteya toleyan, hatine rakirin.

Amerîka di meha Tebaxê dijî Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Abdulhamît Gul û Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylê tole ragihandibûn.

Piştî daxuyanîya Amerîka, Tirkîyê jî dîyar kir ku wan toleyên dijî du wezîrên Amerîkî rakirine.

Bo bersîvdana toleyên Washingtonê, Tirkîyê dijî Wezîrê Ewlekarîya Navxweyî yê Amerîka Kristjen Nielsen û Wezîrê Dadê yê Amerîka Jeff Sessions tole ragihandibû.

Brunson, piştî girtîbûna du salan meha borî hatibû berdan û vegerîyabû Amerîka.

XS
SM
MD
LG