Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Bexşbarîya bo 8 Dewletên ji Îranê Petrolê Distînin bi Dawî Dike


Amerîka bexşbarîya bo 8 dewletan, ku li derveyî toleyên dijî Îranê dihatin girtin, bi dawî kir.

Qesira Sipî ragihand ku bexşbarîya bo 8 dewletên ji Îranê petrolê dikirin dê di meha Gulanê de neyê nû kirin.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku bi vê biryarê Amerîka hewi dide ku qezencên sereke yên rejîma Îranê asteng bike.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo bang li 8 dewletên ji Îranê petrolê distînin kir ku wê bazarê bi dawî bikin û got ku ‘’qezancên wê ne hêjayî rîskê ye’’

Bexşbarîya Amerîka, ji Mijdara 2018’an vir ve bo Çîn, Hindistan, Tirkîye, Japonya, Koreya Başûr, Tayvan, Îtalya dewam dikir.

XS
SM
MD
LG