Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka, Îranê Ser Gurkirina Girjîya Herêmê Tawanbar Dike


Wezareta Derve ya Amerîka ser girjîya di navbera Îsraîl û Hizbulahê de daxuyanîyek belav kir.

Wezaretê di daxuyanîyê da zanîn ku wan hay ji girjîyê heye û ew bi temamî piştgirîyê didin mafê berevanîyê yê Îsraîlê.

Di daxuyanîyê de hat gotin Îran dixwaze ku aştî û ewlekarîya herêmê sist bike û ji Hizbulahê hat xwestin ku ji kiryarên zararê didin îstiqrara Lubnanê dûr bisekine.

Serokwezîrê Lubnanê Saad Harîrî bi nûnerên Amerîka û Fransa re axifîbû û ji wan xwestibû ku bo daxistina girjîya herêmê mudaxale bikin.

XS
SM
MD
LG