Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Meha Tebaxê de Rêjeya Bêkarî li Amerîka % 3.7 Bilind Bû


Li Amerîka nîşaneke bo ragihandina kar.
Li Amerîka nîşaneke bo ragihandina kar.

Wezareta Kar ya Amerîka îro Înê ragihand ku di meha Tebaxê de ji rêjeya çaverekirî pirtir karên nû li bazarê zêde bûn, lê bêkarî ji % 3.7 bilind bû.

Pêzanînên nû nîşan didin ku di Tebaxê de di karên bilî pişesazî û cotkarîyê de, 315 hezar kar zêde bûne.

Li gor raporta wezaretê meha borî karên nû herî zêde, bi 68 hezar kesan re, ji hêla pişesazîyên xizmetên pîşeyî û bazirganîyê ve hatine peyda kirin

Hat ragihandin ku di pişesazîya xizmetên saxlemîyê de jî 48 hezar kar zêde bûne.
Di pişesazîya bazirganîya firotanê de 44 hezar karên nû û her wiha di pişesazîya hilberînê de jî 22 hezar karên nû zêde bûne.

Pişesazîyên kêfxweşîyê û mêvanperweriyê jî 31 hezar zêde kirine, lê ev jimar li gor navînîya 90 hezar ya heft mehên pêşî yên sale, kêmbûneke pir berbiçav e.

Li gor raportê Tebax bû meha 20’an ku rêjaya karê nû ya li Amerîka li dû hev mezin dibe ku niha bi 240 hezar karan li ser asta xwe ya berîya pandemîyê de ye.

Wezareta Kar herwiha ragihand ku rêjeya navîn ya xebata heftane kêm bûye û herwiha rêjeya rêjeya bêkariyê ji sedî 3.7 bilind bûye.

Bilindbûna rêjeya bêkarî hat, di demekê de ku zêdetirî 700 hezar kes ketin bazara kar ku mezinahîya hêza kar gihandiye astekî rekorî ya herî bilind.

Aborîzan dibêjin ku hêza giştî ya di bazara kar de, zexmbûna aborîya Amerîka dide ber çavan, tevî jiber ku Banka Navendî ya Amerîka heya niha gelek caran rêjeya faîzê bilind kir metirsîya ser paşketina aborî zêde kiriye jî.

Pisporên darayî û aborîzan bal dikşînin ser raporta îro ya Wezareta Kar û
dîyar dikin ku pêzanînên meha Tebaxê dibe ku zexta ser Banka Navendî ya Amerîka kêm bike ku di vê mehê de bo caran sêyê rêjeya faîzê bi 75 xalên bingehîn zêde bike.

XS
SM
MD
LG