Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka jiber Koçberên ji Belarûsê Diçin Lîtvanya Ketiye Fikaran


Karbidestekî Amerîkî dîyar kir ku ew jiber koçberên ji Rojhilatata Navîn û Afrîqa yên ji Belarûsê diçin Lîtvanya ketine fikaran.

Berpirsên Lîtvanya dabûn zanîn ku Belarûs koçberan bi rêkên ne qanûnî dişîne welatê wan.

Lîtvanya roja li sînorê Belarûsê, ku 550 kîlometre ye, dest bi çêkirina barîyereke jîletî kiribû.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka George Kent ji medya Lîtvanya re got ku ew rewişa jiber koçberan çêbûye tevî fikaran dişopînin.

Kent da zanîn ku ew ‘’taktîka zextê’’ koçberên ku di sala 2015’an de di ser Rûsya re çûne Norwec û Fînlandîya tîne bîra wan.

Wî dîyar kir ku ew bang li berpirsên Belarûsî dikin ku bi awayekî qestî koçberan neşîne sînorê Lîtvanya.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG