Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Ser Êrîşên Kobanê Dijî Tirkîyê Bertek Nîşan Dide


Leşkerên Tirk li sînorê Kobanê (arşîv)
Leşkerên Tirk li sînorê Kobanê (arşîv)

Amerîka ser êrîşên Tirkîyê yên dijî herêma Kobanê bertek nîşan da.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Robert Palladino da zanîn ku ew jiber êrîşên Tirkîyê ketine fikaran.

‘’Jiber êrîşên yekalî yên dijî bakurê rojavayê Sûrîyê, ku dema leşkerên Amerîkî jî li wir bûn pêk hatin, em ketine fikarên kûr’’ Palladino got.

Palladino da zanîn ku bo ewlekarîyê ‘’ya çêtir, hevkarî û koordînasyona di navbera Amerîka û Tirkîyê de ye’’

Li Sûrîyê bi qasî 2000 leşkerên Amerîkî hene û piranîya wan li bakurê wî welatî bi cîh bûne.

Amerîka di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) piştgirîyê dide Hêzên Sûrîyê Demokratîk (HSD)

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya HSD’ê dike û Tirkîyê wê wek ‘’rêxistineke terorîst’’ bi nav dike.

XS
SM
MD
LG