Kanala Amerîkî CBS, li gor encamên anketê ragihand ku li Amerîka kêşeya herî mezin koçberî ye.
15% beşdarên anketê dan zanîn ku Trump û Kongres divê berî her tiştî kêşeya koçberîyê çareser bikin.
Li gor 13% aborî û bêkarî ji kêşayan di rêza duyê de ye.
11% jî dibêjin ku arîşeya herî mezin saxlemî ye.
Gelên Amerîka ji rêvebirîya Trump dixwazin ku jibo bîyanîyên li wî welatî nebin sebeba metirsîyê ew bêhtir bixebitin.
Tevî tirs û metirsîyan jî 60% Amerîkî, piştgirîyê didin bernameyên ku koçberan ji hemwelatîbûna Amerîka re amade dikin.
43% Komarî dibêjin ku divê koçberên qaçax Amerîka terk bikin, lê 79% Demokrat dixwazin ku destûr were dayîn ku ew serî li hemwelatîbûnê bidin.
29% beşdarên anketê bawer dikin ku meyla koçberan ji ya Amerîkîyan pirtir li ser kiryarên tawanê ne, ku ji van 38% Komarî ne û tenê 9% Demokrat in.
58% li dijî plana dîwarê li ser sînorê Meksîka û Amerîka de ye. 77% Komarî piştgirîyê didin dîwêr, lê 11% Demokrat li dijî wê ne.