Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka ji Danûstandinên Ser Koçberan Vekişîya


Balyoza Amerîka ya li NY'ê Nikki Haley

Balyoza Amerîka ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley, bi daxuyanîyekê dîyar kir ku helwesta cîhanê ya dijî koçberan ne li gor serxwebûna Amerîka ye û jiber wê ew ji danûstandinên ser koçberan vekişîyane.

Şandeya Amerîka ya li NY’ê da zanîn ku biryara vekişîne ji alîyê Serok Donald Trump ve hatiye dayîn.

‘’Ti welatan ji Amerîka zêdetir nekiriye, emê alîkarîya xwe bidomînin, lê biryarên me yên ser koçberîyê divê jî alîyê Amerîkîyan ve were dayîn’’ Haley got.

Haley bi berdewamî dîyar kir ku ew dixwazin sînorên xwe bi awayekî baş biparêzin û bo kesên dixwazin werin Amerîka ew biryarê bidin.

Trump par gotibû ku ewê gelek koçberan dersînor bike û bo têkoşîna dijî koçberîya qaçax û tawanan jî li sînorê Meksîka dîwarekî ava bike.

Trump piştî ku bû serok, bo hin welatên Misilman fermana qedexeya rêwîtîyê da.

Civata Giştî ya NY’ê, ku 193 endamên wê hene, par di meha Îlonê de bo koçberîya bi ewlekarî û bi pergal, deklrarasyoneke ku du sal danûstandin pêşnîyaz dikir pejirandibû.

Serokê Amerîka yê berê Barack Obama piştgirî dabû bernivîsa ku bi navê Deklarasyona New Yorkê tê zanîn.

Komîserê Bilind yê Penaberan yê NY’ê Zeid Raad el-Hussein bo qebûlkirina penaberan dixwest ku di sala 2018’an de peymaneke cîhanî were pejirandin.

Sekreterê Giştî yê nY’ê Antonio Guterres dîyar kir ew ji ber biryara Amerîka xemgîn bûye, lê bi hêvî ye ku Washington jinû vegere danûstandinan.

XS
SM
MD
LG