Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dê di 2020'an de 18,000 Penaber Bipejirîne


Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku di sala 2020’an de ewê 18,000 penaber bipejirînin.

Di dîroka modern ya Amerîka de ew hejmar ya herî hindik e.

Wezareta Derve dîyar kir ku bo zêdetir penaber werin qebûl kirin divê berê barên ser sîstema koçberîyê siviktir bibin.

Di kontenjana nû de dê 4000 kes ji Îraqê, 5000 kes ji kêmîneyên olî û 1500 jî ji Honduras, Guatemala û El Salvadorê bin.

Serok Donald Trump di sala 2017’an de dest bi kar kiribû kontenjana penaberan daxitibû 50,000 kes.

Ew hejmar di sala 2018’an daket 45,000 kes û di sala 2019’an de jî daket 30,000 kes.

XS
SM
MD
LG