Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka, Koreya Başûr û Japonya Dijî Gefên Koreya Bakur Kom Bûn


Karbidestên berevanîyê yên payabilind yên Amerîka, Koreya Başûr û Japonya ser gefên navokî yên Koreya Bakur kom bûn.

Sererkanê Amerîka Joseph Dunford, bi hevtayê xwe yê Koreya Başûr Kyeon-doo Jeong û yê Japonya Katsutoshi Kawano, li Navenda Hêzên Pasîfîk yên Amerîkî ya li Hawaîi civîya.

Sererkanîya Amerîka bi daxuyanîyekê bang li Koreya Bakur kir ku ‘’dev ji provokasyonên ku alozîya li herêmê gur dike, berde’’

Her sê rêberên leşkerîyê, bo aştîya demdirêj ya li Asya Bakurê Rojhilat ser hevkarîya ewlekarîyê û alîkarîya mirovî danûstandin kirin.

Serokê Amerîka Donald Trump û hevtayê wî yê Japon Shinzo Abe jî li ser telefonê, derbarê hevkarîyên dijî ceribandinên navokî yên Koreya Bakur axifîn.

Cîgirê Serokê Japonya Yasutoshi Nishimura dîyar kir ku her du serok bi qasî 20 deqîqe axifîne û bo peywendîyên nêzîktir li hev kirine

XS
SM
MD
LG