Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Amerîka û Koreya Başûr Dibejin Ewê Hevkarîyê Xurt Bikin


Serokê Amerîka Joe Biden û Serokomarê Koreya Başûr Moon Jae-in li Qesira Sipî civîyan.

Biden û Moon ser Koreya Bakur, Çîn, vîrusa korona û hêza hevalbendîya Amerîka û Koreya Başûr peyivîn.

Moon piştî derbazî Qesira Sipî bû jiber wêrekîya Ralph Puckett yê di Şerê Kore yê 1950’î de madalyaya rûmetê da wî.

Bi vî awayî li Qesira Sipî cara pêşî rêberekî bîyan beşdarî merasîma madalyaya rûmetê bû û Biden ser wê got ew hêza tifaqa Amerîka û Koreya Başûr raber dike.

Moon jî ser Puckett got yek ji mînakên tifaqê ye û di aştî û ewlekarîyê de rol lîztiye.

Biden û Moon li pêş kamerayan ser xurktirina hevkarîyê axifîn û wan dan zanîn ku civîn hevkarîyên wan û pewyendîyên wan aborîyê nîşan didin.

Serok Biden herwiha dîyar kir ku ji karbidestê Wezareta Derve ya Amerîka, Sung Kim dê wek nûnerê taybet were erkdar kirin.

Moon dîyar kir ku ew bi biryara Amerîka ya ser erkdarkirina nûnerê taybet razî bûne, û da zanîn ku ew hêvî dikin ku ji Koreya Bakur bersiveke erênî bistînin.

Biden da zanîn ku Amerîka û Koreya Başûr dê ser vaksînan hevkarîyeke berfireh bikin.

Moon got ku Biden soz daye ku ewê bo endamên artêşa Koreya Başûr vaksînan bişînin.

Serok Biden dîyar kir ku Amerîka dê bo 550,000 leşkerên Koreya Başûr vaksînan bişîne.

XS
SM
MD
LG