Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dijî Koreya Bakur Zêdetir Toleyên Navneteweyî Pêşnîyar Dike


Dîmeneke ji Televîzyona Koreya Bakur ku ceribandina mûşekên wê diweşîne. (Arşîv)

Amerîka dijî Koreya Bakur piştî ceribandinên wê yên herî dawî yên mûşekan toleyên navneteweyî yên zêdetir pêşnîyar dike.

Amerîka toleyên navneteweyî wek beşek ji hewildanek berfirehtir ya bo zêdekirina givaştinên ser Koreya Bakur, dinirxîne.

Herwiha, Amerîka roja Çarşemê toleyên xwe yên dijî Koreya Bakur tund kir.

Wê pênc kesên ji Koreya Bakur bi îdaya ku ew ji ewlekarîya berhemên bo bernameyên çekan ya Pyongyang berpirsên, kir nava lîsteya toleyan.

Balyoza Amerîka ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Linda Thomas-Greenfield, di twîttekî got ku Amerîka ji Konseya Ewlekarîyê ya NY dixwaze ku toleyên tundtir ragihîne.

Lê,Thomas-Greenfield bêtir hirgûlî eşkere nekir.

Çîn û Rûsyayê ku endamên domdar yên Konseya Ewlekarîyê ne û pêdivî ye ku her toleyek li wir were pejirandin, heya niha ti bertek nîşanê daxwaza Amerîka nedane.

Lê, her du welatan jî herî dawî bang kiribûn ku toleyên dijî Koreya Bakur li şûna ku werin tund kirin divê werin sist kirin.

XS
SM
MD
LG