Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Ser Danûstandinên bi Koreya Bakur re li Benda Bersîveke Erênî Ye


Nûnerê Amerîka yê bo Koreya Bakur Sung Kim

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Nûnerê Amerîka yê bo Koreya Bakur di serdana Seul ya Koreya Başûr de ser danûstandinên bi Pyongyang re dîyar kir ku e li bendê ne ku ji di demeke nêz de ‘’bersîveke erênî’’ bistînin.

Nûnerê Amerîka yê bo Koreya Bakur Sung Kim da zanîn ku hevdîtinên bi Pyongyangê re yên rakirina çekên navokî pûç bûne û got ku bo hevdîtinên nû ti hewildaneke wan ya bi plan tune ye.

‘’Em bo hevdîtinan li benda bersîva Pyongyangê ne. Ez hêvî dikim ku hevdîtin nîşan didin ku em di demeke nêz de bersîveke erênî distînin.’’ Sung Kim got.

Sung Kim, wek balyozê Endonenzya jî kar dike, bi hevtayê xwe yê Japon Takehiro Funakisho û berpirsê Koreya Başûr yê ser çekên navokî Noh Kyu-duk re kom bû.

Noh û Funakisho ser Koreya Bakur civîneke dualî jî li dar xistin.

Kim, piştî ku rêvebirîya Serok Joe Biden biryar da ku sîyaseta bi Koreya Bakur re jinûve binirxîne û bike ku Pyongyang çekên navokî biterikîne, hat erkdar kirin.

Ajansa dewletê KCNA, roja Înê dabû zanîn ku Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un bo danûstandinên bi rêvebirîya Biden re hazir e.

Karbidestên Amerîkî ser şiroveyên Kim Jong Un gotibûn ku ‘’sînyaleke balkêş’’ e û dabûn zanîn ku ew bo danûstandinan li hêvîya peywendîya rastexwe ya Pyongyangê ne.

XS
SM
MD
LG