Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka bo 131 Dewletan Hişyarîya Rêwîtîyê Radigihîne


Wezareta Derve ya Amerîka lîsteya hişyarîyê ya bo rêwîtîyê nû dike.

Ji roja Sêşemê vir ve bi qasî 100 dewlet ketin asta çaran ya ‘’rêwîtîyê nekin’’ê.

Li gor lîsteya Wezareta Derve ya Amerîka, li Kanada, Brîtanya, Fransa, Meksîko û Almanya rîska vîrusa korona pir bilind e.

Wezareta Derve ya Amerîka di serê hefteyê de dîyar kiribû ku pandemîya vîrusa korona ‘’rîskeke bêhempa’’ çêkiriye û dabû zanîn ku ewê bo 80 ji sedê dewletên cîhanê hişyarîya ‘’rêwîtîyê nekin.’’ ragihînin.

Berî roja Sêşemê 34 dewlet di kategorîyê ‘’rêwîtîyê nekin’’ de bûn, lê ew hejmar niha 131 e.

Rêvebirîya Washingtonê herwiha nahêle ku ji piranîya welatên Ewrupa, Çîn, Brezîlya, Îran û Afrîqaya Başûr xêncî welatîyên Amerîkî kes derbazî welêt be.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG