Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka bo Vîrusa Korona Tedbîrên li Sînor Berfireh Dike


Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ya Amerîka di ser rîskên vîrusa korona re tedbîrên bo dersînorkirina koçberan berfireh kir.

Ew tedbîrên li sînor yên bo vîrus korona di dema Serokê berê Donald Trump de hatibûn ragihandin.

Seroka CDC Rochelle Walensky tedbîrên nû yên li dû yên Cotmeha 2020’an îmza kir.

CDC dîyar kir ku tedbîr hîn jî pêwîst in û da zanîn ku karbidest dê 60 rojan carê tedbîran jinûve binirxînin.

Bi tedbîran re, karbidestên Amerîkî, dikarin koçberan bê ku penaberî yan parezbendîyekê din çêbe, li Meksîko vegerînin.

XS
SM
MD
LG