Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka bo Normalkirina Peywendîyên ligel Kuba Gavên Nû Radigihîne


Rêvebirîya Amerîka îro Înê ragihand ku di bizaveke zindîkirina derfetên aborî ya navbera Amerîka û Kuba de, ew hîn asteng û sînorên ser Kuba sistir dike.

Rêvebirîya Obama paketeke nû ya guherînên rêbazî pejirand ku delîveyên zanistî, mirovahî, û bazirganî yên nevbera her du welatan firehtir bike.

Serok Barack Obama gotibû ku di navbera Amerîka û Kuba de hîn cudabîrîyên mezin di warê demokrasî û mafên mirovan mane, lê dîyalog rêya herî baş ya çareserkirina wan e.

Wezîrê Budceya Amerîkî Jacob Lew di daxuyanîyeke nivîskî de got ku plana rêvebirî armanc dike ku lêkoklînên hevbeş yên saxlemî xurtir bike, rê bide ku dermanên Kubayî li Amerîka werine firotin û derfetên bankevanî jibo Amerîkîyên Kubayî peyda bin.

Li ber e ev guharînên nû yên rêvebirîya Obama di 17’ê Cotmehê de têkevin kiryarê.

XS
SM
MD
LG