Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka, Kuba Careke Din Dixe Nav Dewletên Piştgirîyê Didin Terorê


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo

Rêvebirîya Serok Donald Trump, Kuba careke din xist lîsteya ‘’dewletên piştgirîyê didin terorê.’’

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo dîyar kir ku Kuba tawanbarên ji Amerîka revîne dihewîne, rêberên serhilda yên Kolombîya li wir in û da zanîn ku wî welatî jimareke caran piştgirî daye çalakîyên terorîzmê yên navneteweyî.

Pompeo got ku Kuba piştgirî daye Serokê Venezuela Nicolas Maduro û dîyar kir ku ew bo ‘’terorîstên cîhanî’’ li welatê wî bijîn cîhê pêwîst çêdike.

Wî da zanîn ku Amerîka peyameke zelal dide Kuba û got ku divê rejîma Castro piştgirîya bo terorê rawestîne û zararê nede dadmendîya Amerîka.

Wezîrê Derve yê Kuba Bruno Rodriguez dîyar kir ku ew biryara Trump şermezar dikin.

Rodriguez dîyar kir ku ew biryar bi ‘’fersendkarîya sîyasî’’ hatiye dayin û da zanîn ku ‘’hemî qurbanîyên terorê’’ ew yek ferq kirine.
Serokê berê yê Amerîka Barck Obama di sala 2015’a de Kuba ji lîsteya dewletên piştgirîyê didin terorê derxistibû.

Xêncî Kuba, Sûrîye, Îran û Koreya Bakur di wê lîsteyê de bûn.

XS
SM
MD
LG