Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîkî Martin Luther King bi Bîr Tînin


Amerîka iro Duşemê di salvegera 52’yê ya kuştina wi de, rêberê mafên sîvîl Martin Luther King bi bîr tîne.

King yek ji navdartirîn bizavkarên mafên sîvîl e ku xwe kir qurbanê wekhevîya civakî, lê keda wî rê li ber gelek guhertinên dîrokî vekir.

King, jibo dawîkirina tundrêtîya dijî Amerîkîyên Afrîkî di salên 1950’an û 1960’an de rêbertîya xebateke aştîyane kir.

Wî jibo wan xebatên xwe di sala 1964’an de xelata Nobel ya aştîyê wergirt.

King di 4’ê Nîsan a sala 1968’an de li bajarê Memphis ya eyaleta Tennessee hat kuştin.

Li Amerlka her sal Duşema sêyê ya meha yek, Rêbendanê behnvedana federalî ye û wek Roja Martin Luther King Day tê pîroz kirin. Di vê rojê de jîyan û serketinên King bi bermameyîên curbicur tên bîbîranîn.

"Tarîbûn nikane tarîbûne tune bike, tenê ronahî dikane wê yekê bike. Kîndarî nikare nefretê tune bike, tenê evîn dikane wê yekê bike,” gotineke wî ya navdar e ku di dil û bîra gelek kesan de zindî ye.

XS
SM
MD
LG