Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ya Amerîka bang li welatîyan kir ku jiber zêdebûna pêketinên vîrusa korona serdana Komara Çek, Macaristan û Îzlanda nekin.
CDC pêşnîyaza rêwîtîyê ya ber bi wan welatan rakir asta çaran, ku wateya wê ‘’pir bilind’ e, û ji welatîyên xwest ku nerin wan dewletan.
Wê sazîya kontrol û pêşîgirtinê bo hin welatan jî asta hişyarîyê daxist 1’ê ku wateya wê, ‘’kêm’’ e.
Li gor nûkirinên dawî, Hindistan, Pakistan, Lîberya, Gambîya û Mozambîk ketina asta 1’ê.