Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Meksîko li Şûna NAFTA Dest bi Peymana USMCA Dikin


Serokomarê Meksîko Andres Manuel Lopez Obrador cara pêşî bi awayekî fermî serdana Washingtonê kir û bi Serok Donald Trump re kom bû.

Lopez Obrador û Trump Peymana Amerîka – Meksîko – Kanada (USMCA) ku ket şûna Rêkeftina Bazirganîya Azad ya Amerîka ya Bakur (NAFTA) bi awayekî fermî pejirandin.

Obrador dîyar kir ku Trump tevî gotinên wî yên tund yên djiî Meksîko, bi rêzdarî pêşwazîya wan kiriye.

‘’We ti car karên serwerîya me binpê dike û zararê dide wê, nekiriye. We wek mêtingehan li me nenêrî. Ez bo ku ji gelê Amerîkî re bêjim ‘Serokê we bi rêzdarî pêşwazîye me kir’ li vir im.’’ Obrador got.

Trump jî da zanîn ku wan peymaneke ku bo her du dewletan aramî, ewlekarîyê xurt dike îmza kiriye.

Qesira Sipî ragihand ku tevî Lopez Obrador hemî şandeya Meksîko berî serdanê testên vîrusa korona kirine.

Trump û Obrador gava kom bûn jiber vîrusa korona dest nedan hevdu, lê wan maske jî nedan ber rûyên xwe.

XS
SM
MD
LG