Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Amerîka û Meksîko Dê Ser Ewlekarîyê Bicivin


Wezîrê Derve yê Meksîko Marcelo Ebrard roja Çarşemê dîyar kir ku karbidestên Meksîkî û Amerîkî dê di 8’ê Cotmehê de ser ewlekarîyê danûstandinê bikin.

Ebrard dîyar kir ku ji Amerîka, Wezîrê Derve Antony Blinken, Wezîrê Ewlekarîya Navxweyî Alejandro Mayorkas û Serdozger Merrick Garland dê beşdarî civîna li Meksîko City bibin.

Wî ew agahî di çalakîyeke li Meksîko City de ragihand.

Wezîrê Meksîkî dîyar kir ku di civîna wan de rojeva wan ya sereke dê ewlekarî, baldarî û hevdu fehmkirina bo wê be.

XS
SM
MD
LG