Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka li Minbicê Leşkerên Xwe Zêdetir Dike


Amerîka, ku pêşengîya koalîsyona dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) dike, yekîneyên operasyonên taybet vê hefteyê berfirehtir kir.

Dîrektorê Artêşa Koalîsyona Dijî DAIŞ’ê Thomas F. Veale ji Dengê Amerîka re dîyar kir ku wan bo berevanîyê leşkerên xwe yên li herêmê zêde kirine.

‘’Hêzên koalîsyonê bi peywendîyên fermî yên bi Civata Leşkerî ya Minbicê re, bo operasyonan mekanîzmeyeke hevpar çêdike’’ Veale got.

Karbidestên Tirkîyê dîyar dikin ku ger Yekîneyên Parastina Gel (YPG) venekişe ewê dijî wî bajarî operasyonekê li dar xînin.

Karbidestên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ku YPG pêşengîya wê dike, didin zanîn ku ger Tirkîye êrîşî Minbicê bike, ewê şervanên wan dest ji têkoşîna dijî DAIŞ’ê berdin û bi Artêşa Tirk re şer bikin.

Cîgirê Civata Leşkerî ya Minbicê Najîm Muhammed ji Dengê Amerîka re dîyar kir koalîsyonê bo berevanîya bajêr soz daye û ewê hevkarîyê bikin.

XS
SM
MD
LG