Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CDC: Li Amerîka Rêjeya Mirinê di 2020'an de 16 ji Sedê Zêde Bû


Navenda Kontrol û Pêşigirtina Nexweşîyan (CDC) rapora ser mirinên sala 2020’an eşkere kir. Li gor raporê CDC’ê, li Amerîka rêjeya mirinê ji 2017’an vir ve cara pêşî bi qasî 16 ji sedê zêde bû û di 2020’an de 3,358,814 kesan canên xwe ji dest dan.

Rapora CDC raber dike ku ji wê rêjeyê 11,3 ji sedê para mirinên ji vîrusa korona ye. Vîrusa korona par li Amerîka 377,883 kes kuştine û li dû mirinên ji dil û penceşerê di rêza sêyan de cîh girtiye.

Di sala 2020’an de jiber vîrusa korona ji zarokên 14 û ji wê biçûktir, 134 zarokan û ji kesên 85 û ji wê mezintir jî 120,648 kesan canên xwe ji dest dane.

CDC dide zanîn ku vîrusa korona herî zêde Amerîkîyên Latîn û reş kuştine. Rapor dîyar dike ku 68,469 Amerîkîyên Latîn, 59,871 reş bi vîrusa korona canên xwe ji dest dane.

Ew sazî di ser van hejmaran re balê dikişîne ku di destpêka pandemîya vîrusa korona de derfetên testê kêm bûne û dibêje dibe ku hin mirinên pandemîyê kêmtir hatibin texmîn kirin.

Li Amerîka di sala 2020’an de jiber nexweşîyên ji dil pirtir ji 690,000 û ji penceşêrê jî bi qasî 600,000 kesan canên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG