Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerên Amerîka û NATO yên li Afganistanê Dest bi Vekişînê Kirine


NATO û Amerîka dest bi vekişandina leşkerên xwe yên li Afganistanê kirin.

Fermendarê hêzên NATO û Amerîka yên li Afganistanê General Austin Scott Miller got ku her çiqas vekişandina fermî dê di 1’ê Gulanê de destpê bikira jî wan jiber hin tedbîran dest bi vekişînê kiriye.

Serokê Amerîka Joe Biden hefteya borî dîyar kiribû ku temamê leşkerên Amerîka dê heta 11’ê Îlonê vekişin ku ew salvegera 20’an ya êrîşên terorî yên dijî Amerîka ye.

General Miller da zanîn ku ewê bi vekişînê re hemî bingeh û kelûpelên leşkerî bidin hêzên ewlekarî yên Afgan.

Talîbanê dîyar kiribû ku divê hemî leşkerên bîyan yên li Afganistanê heta 1’ê Gulanê vekişin û dabû zanîn ku ger wisa nebê ewê ‘’hemî tedbîrên pêwîst’’ ragihînin.

Miller got ku ger Talîban êrîşî leşkerên Amerîka û NATO bike ewê bersiveke tund bidin.

Li gor hejmarên fermî li Afganistanê 2500 leşkerên Amerîkî û 7500 leşkerên NATO yên ji welatên din hene

XS
SM
MD
LG