Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka ji NY'ê Dixwaze ku Dijî Îranê Toleyan Ragihîne


Rêvebirîya Serok Donald Trump, Neteweyên Yekbûyî (NY) ser daxwaza jinûve ragihandina toleyên dijî Îranê agahdar kir.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo di agahdarkirina fermî de ji Civata Ewlekarî ya NY’ê re dîyar kir ku Îranê peymana navokî ya sala 2015’an binpê kiriye û divê dijî wê toleyên yekîtîyê werin ragihandin.

Serok Trump, Amerîka di sala 2018’an de ji peymana navokî ya bi Îranê re vekişandibû.

Amerîka dîyar dike ku li gor xalên Civata Ewlekarî ew dikare jinûve ragihandina toleyan bixwaze û li alîyê din, Rûsya, Çîn, Brîtanya û Fransa jî dibêjin jiber ku Amerîka ji peymanê vekişîye nikare tiştekî wisa bike.

Pompeo bi nameyekê ji Civata Ewlekarî re da zanîn ku Îranê berpirsîyên xwe yên bo peymanê bi cîh neanîne û jiber vê rê li ber NY’ê vebûye ku dijî wî welatî jinûve toleyan ragihîne.

Li ser îdiayên binpêkirina peymanê, rêvebirîya Tehranê jî gotibû ku jiber ku Amerîka ji peymanê vekişîye û toleyên tund ragihandine, hin binpêkirin çêbûne.

XS
SM
MD
LG