Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Amerîka Dê Muşekên Patriot Bişîne Rojhilata Navîn


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku ser Amerîka dê muşekên Patriot li Rojhlata Navîn bi cîh bike.

Reutersê ji zarê karbidestekî Amerîkî dîyar kir ku Pentagonê biryara ser muşekan erê kiriye.

Gemîya firokan ya USS Abraham Lincolon roja Pêncşemê di ser Suveyşê re derbaz bûbû û nêzî Îranê sekinîbû.

Karbidestê ku nexwest navê wî eşkere bibe ji Reutersê re ser hejmara muşekên Patriot ti agahî neda.

Berpirsên Amerîkî dîyar dikin ew naxwazin Îranê re cengê çêkin, lê didin zanîn ku ger ser leşkerên Amerîkî gef çêbê ewê bersîvên tund bidin.

XS
SM
MD
LG