Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka 32 Firokên F-35 Difiroşe Polonya


Hikûmeta Amerîka firotana 32 firokên F-35 bo Polonya pejirand.

Firokên F-35 dê şûna MiG-29 û Su-22 yên Rûs bigirin û bi vî awayî Polonya dê karibe NATO re pirtir bixebite.

Firotana F-35’an bo Polonya cara pêşî dema Serokomarê Polonya Andrei Duda di serê Hezîranê de serdana Washingtonê kiribû hatibû ragihandin.

Trump di wê serdanê de dîyar kiribû ewê dijî gefên Rûsan, hezar leşkerên din bişînin Polonya.

Li Polonya bi qasî 5000 leşkerên NATO û Amerîka kar dikin.

XS
SM
MD
LG