Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Hişyarîya bo Rêwîtîyên Navneteweyî bi Dawî Kir


Amerîka hişyarîya bo rêwîtîyên navneteweyî, ku jiber vîrusa korona hatibû ragihandin, bi dawî kir.

Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku hîşyarîya bo rêwîtîya cîhanî, ku di asta 4’an de bû, bi dawî bûye.

Di daxuyanîya nivîskî de hat gotin ku jiber ku nayê zanîn ku rewişa vîrusa korona ber bi ku ve diçe, divê hemwelatîyên Amerîka dîsa jî baldar bin.

Li gor daxuyanîyê, hişyarîyên bo rêwîtîyê dê di sîstema berê de bidomin û asta wan dê ji 1’ê heta 4’an be.

Rêvebirîya Washingtonê di 19’ê Adarê de hişyarîya bo rêwîtîyê rakiribû asta 4’an û bang li hemwelatîyên Amerîka kiribû ku rêwîtîyên navneteweyî nekin.

XS
SM
MD
LG