Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Careke Din ji Tirkîyê Xwest ku Êrîşên Hember Kurdên Sûrîyê Rawistîne


Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Mark Toner do Duşemê got ku divê Tirkîyê topbarankirina Kurdên Sûrîyê rawistîne, di vê demê de ku Amerîka û Rûsya plana hevbeşa ya “sekinandina neyartîyan” radigihînin.

Toner di brîfînga rojane de bersîva pirsên rojnamevanan da û tê de ser êrîşên Tirkîyê li Sûrîyê jî axifî.

“Me daxwaz ji Tirkîyê kir ku êrîşên xwe yên bi topan rawistîne. Em dubare dixwazin piştrast bikin ku “sekinandina neyartîyan” sekinandina nhemî neyartîyan e. Me hefteya borî jî heman tişt gotibû û sîyaseta me neguherîye.”

Toner dîyar kir ku wek şerteke plana “sekinandina neyartîyan”, pir girîng e ku hemî grubên nav Sûrîyê hevkarî bikin û berpirsîyên xwe bi cîh bînin.

XS
SM
MD
LG