Nûnerê Taybet yê Amerîka bo Rojhilata Navîn Jason Greenblatt karvekişîna xwe ragihand.
Greenblat di salal 2017’an de hatibû ser kar û bi zava û şêwirmendê Serok Donald Trump, Jared Kushner ser plana aştîyê ya Rojhilata Navîn xebitîbû.
Eşkerekirina planê çend caran hatibû taloq kirin û herî dawî hatibû gotin ku ewê piştî hilbijartina Îsraîlê ya 17’ê Îlonê were kirin.
New York Times dide zanîn ku piştî Greenblatt ji kar veqete dê şêwirmendê Kushner, Avi Berkowitz û Nûnerê Taybet yÊ Amerîka bo Îranê Brian Hook pirtir ser plana aştîyê bixebitin.
Trump ji Twitterê karvekişîna Greenblatt piştrast kir û dîyar kir ku ewê karên wî yên bo aştîya Îsraîl û Filîstinê neyê jibîr kirin.