Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Amerîka dê Dijî Rûsya Toleyên Nû Ragihîne


Trump û Putin

Karbidestên Amerîkî ji ajansa Reuters re ragihand ku rêvebirîya Trump dê dijî Serokê Rûsya Vladimir Putin û hin karsazên peywendîya wan bi hikûmeta Rûs re heye, toleyan ragihîne.

Biryarên li ber e vê hefteyê werin ragihandin dê toleyên herî tund yên dijî karsazên Rûs bin.

Amerîka, di 15’ê Adarê de jiber êrîşên înternetê yên di salên dawî, dijî 19 kes û 5 sazîyan, ku di nav wan de servîsên îstixbarata Rûs jî hebûn, tole ragihandibûn.

Toleyên meha Adarê, her çiqas toleyên herî tund yên rêvebirîya Donald Trump bûn jî, jiber ku ne dijî kesên nêzî Putin û karbidestên hikûmeta Rûs bûn, ji alîyê Komarî û Demokkratan ve hatibûn rexne kirin.

XS
SM
MD
LG