Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dê Dijî Rûsya Toleyên Nû Ragihîne


Balyoza Amerîka li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley dîyar kir ku dijî Rusya dê toleyên nû werin ragihandin.

Haley ji kanala CBS re got ku ‘’Dijî Rûsya ya ya hevalbenda rejîma Esad dê roja Duşemê toleyê nû werin ragihandin’’

Haley da zanîn ku ewê tole kompanîyên ku peywendîya wan bi çêkirina alavên êrîşên kîmyayî ya Esad hene, armanc bikin.

Haley dîyar kir ku peywendîya Amerîka û Rûsya di asteke xirab de ye û Rûsya bi gurkirina girjîya di navbera Washington û Moskowê de tawanbar kir.

Balyozê Amerîka li NY’ê da zanîn ku ew hêvî dike peywendîyên di navbera Washington û Moskowê de geş bibin.

Amerîka, Rûsya bi maytekirina li hilbijartina 2016’an tawanbar dike û jiber wê dijî wî welatî berê jî tole ragihandibûn.

Toleyên dawî dijî hin karsazên dewlemend yên nêzî Serokomarê Rûsya Vladimir Putin hatibûn ragihandin.

Rûsya dîyar dike ku ewê bersîvê bide toleyên Amerîka.

XS
SM
MD
LG