Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyozê Amerîkî Çû Serdana Hemwelatîyê Amerîka yê Rûsya Desteser Kiribû


Balyozê Amerîka li Moskowê Jon Huntsman serdana Paul Whelan, ku li Rûsya bi tawana sîxurîyê hatibû desteser kirin, kir.

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku Huntsman piştgirîya bo Whelan gotiye û dîyar kiriye ku balyozxane dikare alîkarîya wî bike.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo jî dabû zanîn ku ger sedemên desteserkirina Whelan pûç bin ew dê ji Rûsya bixwazin ku wî demûdest berde.

Whelan roja Înê hatibû desteser kirin. Rûsya, ku piştî sê roj desteserkirina Whelan ragihandibû, dîyar kiribû ku Whelan ‘’dema operasyoneke sîxurîyê’’ hatiye desteser kirin, lê ti hûrgilî nedabû.

Li Rûsya bo tawana sîxurîyê heta 20 sal cezaya hepsê tê xwestin.

XS
SM
MD
LG