Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Senatorên Amerîkî Dijî Rûsya Bernivîseke Nû Hazir Dikin


Senator Lindsey Graham,

Senatorên Komarî û Demokrat bo dijî Rûsya toleyên nû werin ragihandin bernivîsekê hazir dikin.

Senatorê Komarî Lindsey Graham û Senatorê Demokrat Bob Mendenez dîyar dikin ku jiber ku Rûsya mudaxaleyî hilbijartinên Amerîka kiriye û li Ukrayna jî ‘’bi awayekî êrîşvan’’ tevdigere, divê dijî wê ‘’toleyên tund’’ werin ragihandin.

Her du senatoran par jî piştgirî dabûn bernivîseke dijî Rûsya, lê ew nehatibû pejirandin.

Li ber e ku di bernivîsê de toleyên dijî banka û kompanîyên enerjî yên Rûsya hebin.

Bo bernivîs bibe qanûn divê berê ji alîyê Kongresê ve were pejirandin û dûre jî Serok Donald Trump wê îmza bike.

XS
SM
MD
LG