Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Rûsya Hevdu Ser Venezuela Hişyar Dikin


Karbidestên Amerîka û Rûsya bang li hevdu dikin ku maytekirina li karên navxweyî yên Venezuela nekin.

Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî ya Amerîka John Bolton li Qesira Sipî got ku "Ew erdnîgarîya me ye, divê Rûs maytekirinê lê nekin"

Bolton da zanîn ku "Rûsya şaşîyan dike"

Piştî daxuyanîya Bolton, Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo û hevtayê wî yê Rûs Sergey Lavrov bi rêka telefonê axifîn.

Her du wezîr ser bûyerên li Venezuela peyivîn.

Wezareta Derve ya Rûsya ragihand ku Lavrov ji Pompeo re gotiye ku "Ger li Venezuela gavên êrîşkar werin avêtin ewê encamên wê giran bin"

XS
SM
MD
LG