Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Rûsya Dijî Şermezarkirina Tirkîyê Ne


Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi rûniştineke girtî operasyona Tirkîyê ya dijî bakurê Sûriyê nîqaş kir.

Di civînê de Brîtanya, Fransa, Belçîka, Polonya, Almanya û Estonya xwestin ku operasyona Tirkîye were şermezar kirin, lê Amerîka û Rûsya ew daxwaz red kirin.

Amerîka û Rûsya, bi vê redkirinê cara pêşî ye ku li Civata Ewlekarî ya NY’ê bo Sûrîyê eynî difikirin.

Piştî civînê, nûnerên Fransa, Almanya, Belçîka, Estonya, Brîtanya û Polonya daxuyanîyeke hevbeş belav kirin.

Endamên Ewrupî yên civatê dîyar kirin ku operasyona Tirkîyê fikaran çêdike û bang wî welatî kirin ku operasyonên xwe bi dawî bike.

XS
SM
MD
LG