Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka, Rûsya bi Kuştina Leşkerên Tirk Tawanbar Dike


Amerîka ser kuştina leşkerên Tirk yên li Îdlibê, Rûsya cara pêşî bi awayekî eşkere tawanbar kir.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo dîyar kir ku ew bawer dikin ku Rûsya bi operasyonên leşkerî bi dehan leşkerên Tirk kuştine.

Pompeo da zanîn ku ew ligel Tirkîyê ne û bo bidawîkirina girjîya li Îdlib û Sûrîyê ser tedbîrên berfireh dixebitin.

Wî bi berdewamî got ku wan jiber şikandina agirbesta li Sûrîyê, dijî wezîrê berevanî yê wî welatî Alî Eyub tole ragihandine.

Tirkîyê, meha borî ser kuştina 34 leşkerên wê hêzên hikûmeta Sûrîyê tawanbar kiribû.

Rûsya piştgirîya dide hêzên hikûmeta Sûrîyê û li alîyê din Tirkîye alîkarîya serhildayên Sûrî dike.

Ser gurbûna girjîya di navbera Tirkîye û Sûrîyê de, Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di 5’ê Adarê de li Moskowê kom bûbûn û bo agirbesta Îdlibê li hev kiribûn.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG