Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka, Rûsya jiber Maytekirina Tund ya li Xwenîşanderan Şermezar Dike


Amerîka bang li Rûsya kir ku rêberê opozîsyonê Aleksey Navalny berde û maytekirina li xwenîşanderên bo wî kom bûne şermezar kir.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken ji Twitterê dîyar kir ku Washington, Moskowê jiber maytekirina tund ya li rojnamevan û xwenîşanderan şermezar dike.

Di xwepêşandanên li Moskowê de xwenîşanderan sloganên wek ‘’Seroktîyê Berde Putin, ‘’Putinê Dizek’’ gotin.

Li Moskowê, xanima Navalny jî di nav de, 500 kes hatin desteser kirin.

Bi sedan xwenîşanderên din jî bajarên wek St. Petersburg û Novosibirk hatin desteser kirin ku li seranserê Rûsya hejmara destserkirîyan ji 5000’î borî.

Di protestoyên hefteya borî de pirtir ji 4000 kes hatibûn desteser kirin.

XS
SM
MD
LG