Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Rûsya Dê Dest bi Dîyaloga Ser Kontrolkirina Çekên Navokî Bikin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Amerîka û Rûsya dê ser kontrolkirina çekên navokî dest bi danûstandinan bikin.

Reutersê ji zarê rojnameya Kommersant da zanîn ku gera yekê ya danûstandinan dê di 28’ê Tîrmehê de li Cenevrê destpê bike.

Serokê Amerîka Joe Biden û Serokê Rûsya Vladimir Putin meha borî li Cenevrê ser kontrolkirina çekan û kêmkirina rîskan axifîbûn.

Biden û Putin li hev kiribûn ku ew ser wan mijaran dest bi dîyalogeke dualî bikin.

XS
SM
MD
LG