Lînkên eksesibilîtî

Karbidestên Amerîkî Îdiayên Ser Kuştina Sîvîlan Red Dikin


Stephen J. Townsend

Karbidestên Amerîkî, îdiayên derbarê kuştina sîvîlên li Reqa red dikin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) dîyar kir ku di 48 demjimêrên dawî de, bi êrîşên esmanî yên koalîayonê pirtir ji 100 sîvîl hatine kuştin.

Fermandarê Koalîsyona Navneteweyî ya Dijî DAIŞ'ê General Stephen Townsend piştrast kir ku êrîşên esmanî zêde bûne, lê da zanîn ku "wateya vê zêdebûnê ne kuştina pirtir sîvîl e"

Townsend dîyar kir ku bo îdiayan kuştina sîvîlan, ew delîlên berçav dixwazin.

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis jî li Îraqê dîyar kir ku ti artêş, bi qasî hêzên koalîsyonê bala xwe nadin ser jîyana sîvîlan.

"Em alîyê baş in û sîvîlên masum yên li qada cengê jî vê yekê baş dizanin" Mattis got.

Li gor raportên koalîsyonê, li Reqa nêzî 2000 çekdarên DAIŞ'ê mane.

Fermandarên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) jî didin zanîn ku pevçûnên bi çekdarên DAIŞ'ê re gur in.

Neteweyên Yekbûyî (NY) dîyar dike ku bi kêmî ve 25,000 sîvîl li Reqa asê mane û ji hêzên koalîsyonê û HSD'ê dixwaze ku bo sîvîlan korîdorê vekin.

XS
SM
MD
LG