Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka li Somalî Êrîşên Esmanî li Dar Xistine


Amerîka roja Sêşemê êrîşên esmanî bir ser çekdarên El Şebab yên li Somalîyê.

Ew êrîşên esmanî yên li Somalîyê ji destpêka seroktîya Serok Joe Biden vir ve li wî welatî êrîşên pêşî ne.

El Şebab ya girêdayî El Qaydê hewil dide ku desthilata Somalîyê pûç bike û rêvebirîya xwe li wir çêke.

Pentagonê ragihand ku êrîşên esmanî li nêzî Galkayo ya Somalîyê li dar ketine.

Amerîka berê jî êrîş dibirin ser El Şebabê, lê ji destpêka seroktîya Biden vir ve, ku di 20’ê Rêbendanê de destpê kiribû, ew êrîş cara pêşî çêdibin.

El Şebabê li Somalîyê dijî bingehên leşkerî, otel, bar û dibistanan êrîş li dar xistine.

XS
SM
MD
LG