Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Balyozê Xwe yê li Sudana Başûr Vedikişîne


Amerîka, balyozê xwe yê li Sudana Başûr jiber ku li wir hikûmeta demkî ava nebûye, vekişand.

Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortagus bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku balyozê li Sudana Başûr, Thomas Hushek ‘’bo şêwirê’’ hatiye vekişandin.

‘’Hushek dê ser jinûve nirxandina peywendîyên Amerîka û Sudana Başûr, bi karbidestên payabilind re bicive’’ Ortagus got.

Ortagus dîyar kir ku li gor peymana hatiye îmza kirin gerek li Sudana Başûr heta 12’ê Mijdarê hikûmeta demkî bihata avakirin.

Wî amaje kir ku Amerîka bo aştîyê bi gelê Sudana Başûr re ye û ew dê bo çareserîya sîyasî bi hevkarên xwe yên li herêmê re bixebitin.

Sudana Başûr di sala 2011’an de ji Sudanê qetiyabû û di dawîya sala 2013’an re li wir şerê navxweyî destpê kiribû.

XS
SM
MD
LG