Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Amerîka Dibe ku Dijî Hêzên Artêşa Sûrîyê Êrîşên Nû li Dar Xîne


Karbidestên Amerîkî yên payabilind dîyar kir ku rêvebirîya Trump dibe ku dijî Sûrîyê operasyoneke leşkerî bike.

Karbidestan da zanîn ku hin guman hene ku Şam çekên kîmyayî çêdike û pêşve dibe û ew jî fikaran çêdike.

Karbidestên ku ji Reuters’ê re axifîn nexwestin navên wan eşkere bibe.

Amerîka, par piştî êrîşeke kîmyayî ya li Sûrîyê dijî hêzên Esad êrîşên muşekî li dar xistibû.

Karbidestên Amerîkî ji rojnamevanan re da zanîn ku hêzên rejîmê karanîna çekên kîmyayî yên sivik didomînin.

Karbidest dîyar dikin ku ger civaka navneteweyî zexta ser Esad zêde neke, çekên kîmyayî yên Sûrîyê heta Amerîka jî dikarin werin.

XS
SM
MD
LG